Here naverokê

pir

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Navdêr 1):  IPA(kilîd)/pʰɪɾ/, پر
    • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • (Hoker, Diyarker) (Rengdêr, Navdêr 2):  IPA(kilîd)/pʰɪr/, پڕ
[biguhêre]
Pira Delal (Zaxo)

pir m, p-ya req, r-ya nerm

  1. Rêya ku hatiye avakirin daku mirov pê di ser avekê re bibore anku derbas bibe (bi taybetî di ser çemekî yan robarekî re).
    Hevmane: kuprî, cisir

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pir
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pir pir
Îzafe pira pirên
Çemandî pirê piran
Nîşandera çem. pirê wan piran
Bangkirin pirê pirino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pirek pirin
Îzafe pireke pirine
Çemandî pirekê pirinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî پرد (pird) (pird), zazakî pird, hewramî pirdî, farisî پل (pol), pehlewî 𐭯𐭥𐭧𐭫𐭩 (puhl), partî purt, avestayî 𐬞𐬆𐬭𐬆𐬙𐬎 (pərətu), sanskrîtî पर (para: di ser re borîn), latînî portus (lîman, bender, keştîgeh > gelek zimanên ewropî port), yûnaniya kevn πόρος (póros: buhir, derbaz, derbend), îngilîzî ford (meyav, derbazgeha avê), almanî Furt (meyav, derbazgeh), îngilîzî firth (derbend), zimanên skandinavî fjord (derbend)... hemû ji proto-hindûewropî *pértus (derbazbûn). Binêre herwiha borîn, borandin.

Çavkanî: Horn p.72, Watkins p.65, MacKenzie P.118, Etymonline | Pokorny: 816 - 817

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya bridge a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Hoker

[biguhêre]

pir, p-ya req, r-ya req

  1. gelek, gelekî, zehf, zêde
    Ev pir xweş e.Ev gelekî xweş e.
    Pir dibêje lê kêm dike.Tenê bo axiftinê zîrek e, bo kirinê tembel e.
    • ~1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
      Gunahê min bixufranî
      “Mîm û Hê” pir gunehkar e
      Belê navê te xeffar e
    • 2021, Salihê Kevirbirî, “Hosteykî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn”, li ser Nûbihar[1], hejmar 150, rûpel 50:
      Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake.
  2. (sormancî) tijî, dagirtî, mişt
    Ev qazan pir e.Ev qazan tijî ye.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

proto-hindûewropî: *pel- / *ple- ("dagirtin, tijî kirin")

proto-îranî *per- ("tijî kirin")
avestayî: pirine- ("tijî"), pir- ("tijî kirin")
farisiya kevn: peru ("tijî")
hotenî: p'r ("tijî")
farisî: pur ("tijî")
belûçî: pur ("pir") ...
kurmancî: pir ("pir, gelek")
soranî: pirr ("tijî")
zazakî: pirr ("tijî")
sanskrîtî: pûrna- ("tijî"), per- ("dagirtin, tijî kirin")
yûnanî: plethos, poly- ("tijî, pir")
latînî: plēnus ("tijî")
almanî: voll ("tijî")
îngilîzî: full ("tijî"), fill ("tijî kirin") ...
Çavkanî:
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 295
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 66
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 64
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), cild 3, Bern, München: Francke Verlag, rûpelên 798 - 801

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya very a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Cînav

[biguhêre]

pir

  1. gelek, zehf, hejmareke mezin:
    Pir kes li wê derê bûn.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya many a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr

[biguhêre]

pir

  1. gelek, zehf, zêde, hejmareke mezin:
    Em pir in, ne hindik in. (Em gelek in, ne kêm in.)

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya numerous a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

pir cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar) pirjimar

  1. gelek, zehf, hejmareke mezin:
  2. Pir (kes) dixwazin lê kêm (kes) qebûl dibin. (Gelek kes dixwazin lê hindik kes tên qebûlkirin.)

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya many a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA/pʰɪr/

Rengdêr

[biguhêre]

pir (komparatîv pirتر, sûperlatîv pirترین)

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina پڕ (pirr).
[biguhêre]

pir

  1. (gulûgiya) hirmî

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên hirmî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

pir

  1. (gulûgiya) hirmî

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên hirmî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA/pʰiɾ/
[biguhêre]

pir

  1. pîr, kal
  2. mahir
  3. têr baş
pir
Morty Proxy This is a proxified and sanitized view of the page, visit original site.