Here naverokê

Tottenham Hotspur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tottenham Hotspur
Agahiyên gelemperî
Sala damezirandinê 1882
Serok Daniel Levy
Rahêner Ange Postecoglou
Malper tottenhamhotspur.com

Tottenham Hotspur Football Club, klûbeke futbolê ya profesyonel a îngilîz e ku li herêma Tottenham a bakurê Londonê hatiye damezrandin. Klûb di sala 1882an de hat avakirin. Diruşma klûbê ya bi latînî "Audere est Facere" (Wêrekî kirin e) ye.

Tottenham di dîroka futbolê ya Înglistanê de xwedî gelek "yekemîn"an e. Di sala 1901ê de, dema ku hîn ne di lîgê de bûn, FA Cup qezenc kirin û bûn yekane klûba "non-league" ku ev kupa hildaye. Her weha di sala 1961ê de bûn yekemîn klûba sedsala 20an ku hem lîg û hem jî FA Cup (Double) di heman salê de qezenc kirine.[1]

Klûb ji sala 2019an ve maçên xwe li Tottenham Hotspur Stadium dileyize, ku ev stad wekî yek ji nûjentirîn stadên cîhanê tê qebûlkirin. Hevrikê wan ê herî mezin Arsenal e û hevrikiya wan wekî "North London derby" tê naskirin.

  • Lîga Herî Bilind (Asta 1em): 1950–51, 1960–61
  • FA Cup: 1901, 1921, 1961, 1962, 1967, 1981, 1982, 1991
  • Kupaya Lîgê (EFL Cup): 1971, 1973, 1999, 2008
  • Kupaya UEFA (Lîga Ewropayê): 1972,
Tottenham Hotspur
Morty Proxy This is a proxified and sanitized view of the page, visit original site.