Keleha Selahedîn
Keleha Selahedîn
| |
|---|---|
| 30°01′46″Bk 31°15′41″Rh / 30.0294°Bk 31.2614°Rh | |
| Dewlet | Misir |
| Li beşa îdarî | |
| Dema avabûnê | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Keleha Selahedîn an jî Keleha Qahîreyê (bi erebî: قلعة صلاح الدين, Qalaʿat Salāḥ ad-Dīn), kelehekê ji serdema îslamî ya serdema navîn e ku li Qahîre, Misirê cih digire. Kelehe Selahedîn di sala 1176an de ji aliyê rêveberê kurd yê dîrokî, Selahedînê Eyûbî ve hatiye avakirin ku kelehê navê xwe ji navê Selahedînê Eyûbî werdigire. Keleh ji gelek hikûmdarên Misirê yên paşîn ve bi berdewamî hatiye bikaranîn. Ew li ser girekî ye, li aliyê rojhilat ber bi başûrê rojhilatê navenda bajêr ve ye.
Kompleksa Kelehê ji sala 1979an vir ve wekê beşek ji Qahîreya Dîrokî di lîsteya Kelepûra Cîhanê ya UNESCOyê de cih digire.[1]
Keleha Selahedîn ji destpêka sedsala 21ê ve ji bo serlêdanên geştiyarî vekiriye. Li ser kelehê ve mirov dikare dîmenek berfireh ji navenda Qahîre bibîne. Di heman demê de di rojên bi hewayekê zelal de, mirov dikare Pîramîdên Gîzeyê ji kelehê ve bibîne. Li binê kelehê navenda îslamî ya bajarê Qahîreyê heye. Ev navend cihên Mizgefta Siltan Hesen û Mizgefta îbn Tûlunê ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Avakirina kelehê di sala 1176an de ji aliyê padîşahê eyûbî Selahedîn Eyûbî ve bi armanca parastina bajarê Qahîreyê li dijî seferên xaçperestan, hatiye dest pê kirin.[2] Piştî temambûna kelehê di sala 1207an de, keleh wekê navenda rêveberiyên xanedanên paşîn ên siltanên memlûk û paşayên osmanî xizmet kiriye.[2] Beşa rojavayî ya kompleksê ji bo vê armancê xizmet kiriye lê beşa rojhilata kelehê jî ji bo leşkeriyê hatiye bikaranîn.
Mihemed Elî Paşa (1769-1849) di destpêka sedsala 19an de, dema ku ew hê jî ji aliyê siyasetê ve girêdayî xanedena osmaniyan bû, wî kelehê wekê navenda rêveberiya hikûmeta xwe bikar aniye . Lêbelê çend sal şûnda (1811), piştî ku wî 480 serokên memlûkî ji bo xwarinê gazî kiriye û piştre jî hemî ji wan kuştiye û bi vê bûyerê wî serxwebûna xwe ji xanedaniya osmaniyan ragihandye. Bêrî ve bûyerê, memlûkî desthildarên elît ên Misirê bûn ku bi piranî hatine tasfiyekirin an jî ber bi welatên cîran ve hatine sirgûnkirin.
Li kêleka Mizgefta Mihemed Elî Paşa ku wî li ser deşta bilind a kelehê ava kiriye, Bîra Şemzinan heye ku bîrekê bi merdewanekî spîral ku di destpêkê de wekî dabînkirina avê ya kelehê xizmet kiriye heye. Kûrahiya çala bîrê 88 metre ye; di kûrahiya 48 metreyan de qiraxek heye ku di demên berê de amûrek rakirina avê (sakija) ku bi ga dihat xebitandin av ji kûrahiyê dikişand.[2]
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Dîmenek ji kelehê di sala 1955an de
-
Nêrînek li ser kelehê ji aliyê başûr-rojhilat ve
-
Nexşeya kelehê
-
Dîmenekê kelehê ji nêzîkê de
-
Dîmenekê kelehê ji dûr ve
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Historic Cairo". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 nîsan 2026.
- ^ a b c Ades, Harry (2007). A Traveller's History of Egypt. Arris Publishing Ltd. r. 226. ISBN 978-1-905214-01-3.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Keleha Selahedîn de hene