Êtenazî

Êtenazî an jî otenazî[1][a] (ji yewnanî: εὐθανασία, tê maneya 'mirina rind': εὖ, eu, 'baş, rind' + θάνατος, thanatos, 'mirin'), praktîka dawîanîna jiyanekê mirovan ev ku bi razîbûna wê/wî yê kesayetî ye ji bo jiholêrakirina êş û azarê ku mirovek ji dest nexweşiyek an seqetiyekê zor derbas dike.[3]
Di welatên cihanê de qanûnên curbicur li ser êtenaziyê hene. Komîteya hilbijartî ya Meclîsa Lordan a Brîtanyayê li ser etîka bijîşkî êtenaziyê wekî "mudaxeleyeke bi zanebûn ku bi niyeta eşkere ya bidawîkirina jiyanekê ji bo sivikkirina êşên dijwar tê kirin" pênase dike.[4] Li Holenda û Belçîkayê, êtenazî wekî "bidawîkirina jiyanê ji aliyê bijîşk ve li ser daxwaza nexweşek" tê fêmkirin.[5] Lêbelê, qanûna Holendayê têgeha 'êtenazî' bi kar nayne lê têgehê di bin pênaseya berfirehtir a "xwekuştina bi alîkarî û bidawîkirina jiyanê li ser daxwazê" de digire nav xwe.[5]
Êtenazî bi awayên cuda tê dabeşkirin ku tê de êtenaziyên dilxwazî, bi zorê û bêdaxwazî.[6] Êtenaziya bi dilxwazî ev e ku kesayetek bi razîbûna xwe dixwaze jiyana xwe bi dawî bike ku ev jî di hejmarekê zêde li pir welatan gorî qanûnê wan tê qebûl kirin. Êtenaziya bi zorê çê dibe ku kesayetek ne razî ye (mînak; di komayê de an jî di rewşek vejetatîf a domdar de ye) û şert û mercên sinorkirî de, hem bi awayên çalak û hem jî pasîf qanûnî ye. Êtenaziya bêdaxwazî ev e ku bêyî razîbûna an li dijî daxwaza nexweşek tê kirin, li hemî welatan neqanûnî ye û bi gelemperî wekî kuştin tê hesibandin.
Êtenaziya aktîv (çalak), ya pasîv (neçalak) û ya neqanûnî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji sala 2006an pê ve, êtenazî bûye qada herî çalak a lêkolînê biyoetîkê de.[7] Li hin welatan, li ser pirsgirêkên exlaq, etîk û qanûnî yên bi êtenazî ve girêdayî niqaşên giştî yên cuda derdikevin holê. Êtenaziya pasîv (ku wekî "kişandina pêveke" tê zanîn) di hin rewşan de li gelek welatan ji aliyê qanûnê ve tê qebûl kirin. Lêbelê, êtenaziya çalak têne li çend welatan (mînak; Belçîka, Kanada, Ûrûguay û Swîsre) ji aliyê qanûnê ve tê qebûl kirin an jî bi awayekê de facto tê qebûl kirin ku vê rewşên taybetî ve sindordar dike û pejirandina şêwirmend, bijîşk an pisporên din hewce dike. Li hin welatan - wekî Nîjerya, Erebistana Siûdî û Pakistan - piştgiriya ji bo êtenaziya çalak wiha tune ye.
Nîşe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://www.qld.gov.au/__data/assets/pdf_file/0022/337252/Kurmanji-Kurdish-Voluntary-Assisted-Dying.pdf?v=2
- ^ "Prensîb ji bo alîkariya mirinê | Sveriges Radio". www.sverigesradio.se (bi swêdî). Roja gihiştinê 29 adar 2026.[girêdan daimî miriye]
- ^ Kuhse, Helga. "Euthanasia Fact Sheet". The World Federation of Right to Die Societies. Ji orîjînalê di 5 tebax 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2017.
- ^ Harris, NM. (çiriya pêşîn 2001). "The euthanasia debate". J R Army Med Corps. 147 (3): 367–70. doi:10.1136/jramc-147-03-22. PMID 11766225.
- ^ a b Euthanasia and assisted suicide Girêdana arşîvê 19 tîrmeh 2011 li ser Wayback Machine BBC. Last reviewed June 2011. Accessed 25 July 2011. Archived from the original
- ^ Voluntary and involuntary euthanasia Girêdana arşîvê 5 îlon 2011 li ser Wayback Machine BBC Accessed 12 February 2012. Archived from the original
- ^ Borry P, Schotsmans P, Dierickx K (nîsan 2006). "Empirical research in bioethical journals. A quantitative analysis". J Med Ethics. 32 (4): 240–45. doi:10.1136/jme.2004.011478. PMC 2565792. PMID 16574880.